Ebas Eraqçî û Bafil Talebanî bi telefonê axivîn

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi telefonê axivîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku “her du alî li ser pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî, xurtkirina hevahengiya ewlehiyê ya li sînorên hevbeş axivîne.

Her wiha hevkariya li dijî terorê wekî xaleke sereke hate destnîşankirin.

Hat diyarkirin ku ev xebat dê li ser bingeha peymana ewlehiyê ya di navbera Îran û Îraqê de werin kirin.

Li gorî agahiya Ebas Eraqçî, Bafil Talebanî vexwend Tehranê, ji bo gotûbêjên zêdetir li ser encamên ewlehî û aborî yên pevçûnan li ser asta herêmî û navneteweyî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye