Duh, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyê, civîna xwe ya duyemîn, bi awayekî girtî li dar xist û biryar hat dayîn ku belge û tomarên civînê ji bo dema 10 salan neyên eşkerekirin.
Civîn ji aliyê Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş birêve çû, zêdetirî pênc saetan berdewam kir.
Serokatiya Parlamentoyê, ragihand ku Wezîrê Navxwe Elî Yerlîkaya, Wezîrê Berevaniya Neteweyî Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin wek mêvan beşdarî civînê bûn.
Li gorî agahiyan, nayedarên ewlehiyê zanyariyên berfireh di mijarên ewlekarî, parastin û îstixbaratî de, pêşkêşî endamên komîsyonê kirin û bersiva pirsên wan dane.
Hat diyarkirin ku civîna sêyemîn wê di 12'ê mehê de bê lidarxistin.