Di rojên dawiyê de, li ser avahiya berê ya partiya Baasê li Şamê armeyên nû hatin daliqandin û navê wê bû Sekreteriya Giştî ya Kar û Barên Siyasî.
Ev rewş dişibe serdema Partiya Baasê dema ku dest danîbû ser qada siyasî ya welêt û li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve dibir.
Bi hinceta xurtkirina xebatên siyasî sekreteriya giştî hat avakirin
Di 27`ê Adara 2025an de, Wezareta Karên Derve ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyê bi biryara wezîr Es`ed Şeybanî, Sekreteriya Giştî ya Kar û Barên Siyasî ava kir
Ev kiryar wek binpêkirineke eşkere ya destûrê tê şîrovekirin, ji ber ku birêxistinkirina kar û barên siyasî yên navxweyî erka Wezareta Karên Hundir e, ne Wezareta Karên Derve ye.
Ji dema ku hatiye avakirin, destwerdana kar û barên rêxistinên sivîl kiriye, Meclisa Navendî ya Baroyê hilweşandiye û mecliseke demkî li şûna wê erkdar kiriye û zêdetirî 28 xebatkar jî li nexweşxaneya Karkeran a Humsê ji kar dûr xistine.
Sekreteriya giştî ya kar û barên siyasî ji aliyê Şeybanî ve hatiye avakirin
Çalakvanekî mafên mirovan diyar ku biryara damezirandina Sekreteriya Giştî ya Kar û Barên Siyasî ti bingeheke wê ya qanûnî tune ye, ji ber ku erka wê wezaretê ew e ku bi kar û barên dîplomatîk û têkiliyên navneteweyî ve mijûl dibe.