Civîna komîsyonê ya 9'emîn, bi karsazan re hat lidarxistin

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê di civîna xwe ya cara 9'emîn de, li nêrînên karsarsazan guhdarî kir. Karsazên ku di civîna 9’emîn a Komîsyonê de axivîn, diyar kirin ku pêvajoyên pevçûnê zirarê dide aboriyê û gotin: "Aştî û aramî ji bo pêşketina aborî pir girîng e."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de hatiye damezrandin, civîna xwe ya 9'emîn li dar xist.

Nûnerên karsaziyê beşdarî civînê bûn, nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê pêvajoyê de parve kirin.

 

Karsaz: Divê pêvajo bi lez û rasteqîn bi encam bibe

 

Serokê TOBB'ê Rifat Hasircikoglu destpêkê axivî. Rifat Hasircikoglu diyar kir ku şer dibe sedema pirsgirêkên aborî û wiha domand: "Demokrasî, yekitiya me ya bingehîn e; divê her kes bi awayekî azad xwe îfade bike. Çareseriya hemû pirsgirêkan demokrasî ye."

Serokê TESK'ê Bendevî Palandoken derbarê heman mijarê de axivî û got:  "Divê Pêvajo bi lez û rasteqîn bi encam bibe. Palandoken bi lêv kir ku aştî, aramiyê li nava civakê belav dike û pêşiya aboriyê jî vedike.

 

Karsaz: Aştî dikare aboriya Tirkiyê xurttir bike

 

Serokê TÎSK'ê Ozgur Burak Akkol balkişand ser zerarên şer ên li aboriyê  û wiha got:  "Şer zirareke mezin daye aboriya Tirkiyeyê lê aştî dikarê aboriya Tirkiyeyê xurttir bike."

Serokê ASKON'ê Orhan Aydin jî destnîşan kir ku di rewşa nearamî ya siyasî û pevçûnan de aborî û hilberîn jî domdar nabe û got ku ew ê piştgiriya pêvajoyê bikin.

Serokê MUSÎAD'ê Burhan Ozdemîr jî bi daneyan bandora şer a li ser aboriyê vegot û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman.

Serokê TZOP'ê Ahmet Bahadir têkildarî bandora şer a li ser aboriyê nirxandin kir.

Her wiha Serokê TUSÎAD'ê Ozan Dîren jî bi heman awayî li ser bandora şer û aboriyê sekinî û bi lêv kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê.

Civîna 10'emîn ya komîsyonê dê 18-19 Îlonê kom bibe. Akademîsyen û pisporên ku di warê çareserkirina nakokiyan de dixebitin û her wiha nûnerên hin rêxistinên civaka sivîl ên ku li Bakurê Kurdistanê dixebitin, werin guhdarîkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24