di ser derbeya leşkerî ya 12'ê îlonê re 45 sal derbas dibe.
Di van 45 salan de hîn jî înkara Kurdan, qedexeya li ser zimanê wan û astengkirina azadiya nasname, bawerî û çandan berdewam dike.
Di salvegera 12'ê Îlonê de Komeleya 78'an a Amedê ji bo salvegera 45’emîn a darbeyê li pêşiya Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê daxuyanîyek da.
Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê li hember tarîtiya 12’ê Îlonê, Civaka Demokratîk û Aştiyê ava bikin” hat vekirin û dirûşmeya “Rûmeta mirovahiyê wê zextan têk bibe” hat berzkirin.
"Girtîgeha Amedê pêwîste bibe Muzexane"
Rêveberê Komaleya 78’an a Amedê Huseyîn Bariş axivî û da zanîn ku ew wek saziyên ku vê daxuyaniyê didin, dizanin ku hevrûbûna bi darbeya leşkerî ya 12’ê îlonê re wê piştgiriyê bide çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan.
Huseyîn Bariş dewama axaftina xwe de got: "Divê girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a ku sembola herî girîng a serdema darbeyê ye bibe muzexane. Divê xebatên wê bi beşdariya şahidên wê demê û saziyên civakî yên sîvîl bên meşandin."
Banga girtina saziyên derbeye û destûreke nû hate kirin
Bi heman boneyê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî li ber avahiya berê ya TRT’ê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi beşdarbûna DBP, DEM Partî, DÎSK, Hêzên Aştî û Demokrasiyê yên Kedê û Dayikên Şemiyê hat xwendin.
Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Jiyan Tosun da zanîn ku derbeyê bi êşkence, darvekirin û windakirinê re pirsgirêka Kurd kûrtir kiriye.
Jiyan Tosun gavên pêwîst ên ji bo pêşîgirtina li darbeyan wisa rêz kir:
"Divê hesab ji darbekaran were pirsîn,zirarên ku ji ber darbeyê derketine holê bên pêşwazîkirin û dadweriya sazkirî pêk were,destûreke nû ya demokratîk a li ser bingeha azadiyan were çêkirin."
Sebahat Tuncel: Sepandina qeyûman “Siyaseta darbeyê ye”
Li Mêrdîn û Hatayê jî li ser salvegera derbeya 12 îlonê daxuyanî hatin dayîn.
Li Taksîmê bi pêşengiya Înîsiyatîfa 78’an daxuyanî hat xwendin duruşmeyên “Darbekar bên darizandin” hate berzkirin.
Berdevka TJA’yê Sebahat Tuncel, sepandina qeyûman weke “siyaseta darbeyê” bi nav kir.
Di daxuyaniya Mêrdînê de hate gotin ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo aştiyeke mayînde şert e.
Şaxên ÎHD’ê yên Îskenderûn û Hatayê jî bi hemdemî daxuyanî dan û daxwaza hesabê ji darbekaran pirsîn, saziyên darbeyê bên girtin û guhertina zagonên ku bûne sedema binpêkirina mafan kirin.