Sala xwendinê ya 2025-2026’an li Herêma Başûrê Kurdistanê dest pê kir, lê ew coş û xuroşa sala nû ya xwendinê li cem mamosteyan nîne, ji ber ku mamoste mûçeyan nastînin.
Şikestina sektora perwerdeyê cidî ye û bi tu awayî nayê paşguhkirin. yek ji kirîzên perwerdeyê, her wezîrê perwerdehiyê yê nû tê hin beşên pirtûkan diguherîne, bê ku di warê perwerdeyê de pispor bin, ji ber vê yekê pêdivî bi pergalek perwerde yan felsefeyeke guncaw heye da ku nifşê pêşerojê perwerde bike.
Zêdetirî 2,500 dibistan hewceyê nûjenkirinê ne
Her sal hejmara xwendekaran zêde dibin û ev dihêle pêwîstî bi zêdebûna dibistanan çêbibe, li gorî daneyên fermî û nefermî, li Herêma Kurdistanê avakirina 2000-2,500 dibistan hewce dike.
Zêdetirî 2,500 dibistan hewceyê nûjenkirin ne, niha nêzîkî 6,700 dibistan hene û hemû dibistan hewceyê alav, laboratuwar û pêdiviyên zanistî ne.
Perwerdeya taybet cihê perwerdehiya giştî digire
Piştî sala 2005’an li Başûrê Kurdistanê perwerdeya taybet cihê perwerdehiya giştî girt, di roja îro de nêzîkî 100 hezar xwendevan tê de dixwînin.
Di dibistanên taybet de, hemû pêdiviyên perwerdeyê yên nûjen hene, lê belê pêvajoya hînkirina wê ji çand, perwerde û hînkirina dibistanên giştî û xwezaya civaka Kurd re biyanî ye.
Ji sala 2014'an ve krîza Mûçeyan derketiye
Tevî dewlemendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa mamosteyan pir xirab e, ji ber ku ji sala 2014'an ve kirîza mûçeyan derketiye holê û mamoste her sal karê xwe boykot dikin.
Îsal, bi destpêkirina sala nû ya xwendinê ya sala 2025-2026’an re boykotkirin ji bo sektora perwerdeyê gefek cidî ye.
Mamoste dibêjin: “Eger me bizanibûya ku dahat û pereyên hikûmetê tune ne, me boykot nedikir. Lê dahata wê têra du herêman dike.”