Komîteya "Kampanya Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re" bi daxuyaniyekî salvegera duyemîn a kampanyayê pîroz kir.
Daxuyaniya hat parvekirin bi vî rengî ye:
"Dema ku kampanyayê 10'ê Cotmeha 2023'an destpê kir, Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de bû. Ocalan hîn jî girtî ye, lê belê di nava du salên dawî de li cîhanê guhertinên mezin pêk hatin.
Ji aliyê Ocalan ve destpêkirina pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' û gavên girîng ên civak û tevgerên Kurd avêtine, nîşaneyên şênber ên vê guherînê ne.
Niha ji her demê zêdetir çareseriyeke siyasî ji bo pirsgirêka Kurd pêkan e. Dem dema daxwaza aştî û azadiya Abdullah Ocalan e.
Di nava 2 salên derbasbûyî de me dît ku ramanên Ocalan li çar aliyên cîhanê ji aliyê gelan û tevgeran ve bi rengekî afirîner û şoreşger hatin bicihanîn. Ev yek pêvajoyeke çandina tovên enternasyonalîzmeke nû ye.
Di salvegera duyemîn a kampanyayê de em silavên xwe ji her kesî re dişînin ku di nava du salên dawî de piştgirî dan vê dozê. Di heman demê de em bang li gel û tevgerên demokratîk û şoreşger dikin ku li ser vê rêyê meşa xwe dewam bikin. Rêya me dirêj jî be çareserî di destê me de ye.
Îro ji her demê bêhtir tişta ku divê ji aliyê cîhanê ve bê dîtin ew e; alternatîfa rejîmên mêtinger ji aliyê gelên li azadiyê digerin ve bi rengekî çalak tê avakirin.
Li Tirkiyeyê aştî û demokrasî tenê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd dibe. Azadiya Ocalan ku muxatabê sereke yê pêvajoya aştiyê ye û yekane nûnerê gelê Kurd ê li qada navneteweyî naskirî ye, ji bo serketina vê pêvajoyê nebe nabe.
Divê Yekîtiya Ewropa û aktorên navneteweyî di mijara piştgiriya bi pêvajoyê re helwesteke hîn xurt nîşan bidin, bi taybetî jî Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin gavên şênber biavêjin."