Agirê Îsraîl û Amerîkayê bi ser Komara Îslamî ya Îranê de bariya, rayedarên tehranê jî agir bi ser welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de dibarînin.
Berî 10 rojan, jina Kurd a bi navê Estî Mihemedî ya 67 salî, li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat girtin.
Estî dayika 2 çalakvanên siyasî yên li derveyî Îranê ye, ev yek jî ji wê re bûye sûcek û ji ber ku ew dayika wan e hatiye girtin.
Ev 4 meh in ciwanekî 17 salî li Ciwanroyê girtî ye
Rêxistina HANA’yê ya Mafê Mirovan ragihand ku 4 meh di ser girtina ciwanê nûhatî Aso Keyxosrewî yê 17 salî re derbas bûn û heta niha cih û rewşa wî nayên naskirin û ji mafê hevdîtina bi malbatê hatiye bêparkirin.
Aso ji bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistaê ye.
Mamosteyekî astengdar 4 sal cezayê girtinê lê hat birîn
Ji aliyê xwe ve jî, dadgeheke parêzgeha Luristanê 4 sal zindan li mamosteyê astengdar Emîr Rehîmî birî.
Ev 34 sal in, Emîr Rehîmî tevî astengdariya xwe mamostetiyê dike û di xewpêşandanên berî vî şerî de, xwestibû yek ji xwendevanên xwe ji êrîşên polîsan biparêze, lê ew hatibû girtin.
Cih û rewşa piraniya girtiyên siyasî nayên naskirin
Li aliyekî jineke 67 salî, li aliyê din ciwanekî 17 salî ku li gor peymanên Neteweyên Yekbûyî di temenê zaroktiyê de ye û mamosteyekî atsengdar jî ku pêwîstiya wî bi alîkariyê heye, di nava girtîgehên Îranê de wendayî ne.
Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê di nav kavil û paşmayên şer de, biryarên bidawîkirina jiyanê li hember welatiyên xwe dide.
Li hember van gavên karbidestên Tehranê, gavên din tên avêtin, li Îran û li derve amadekariyên guhertinê tên kirin.
Li Îranê Kurd daxwaza mafên xwe dikin
Ev dîmen jî yê çend dayikên kurd e ku zarokên wan li ser destê hêzên Komara Îslamî hatine kuştin.
Dayik dibêjin li ser rêya azadiyê xwîna zarokên wan hatiye rijandin.
Ev jî dîmenekî din e, ji Rojhilatê Kurdistanê, di dema binaxkirina cenazeyê Çiyako Yûsif yê jîngehparêz li bajarê Sineyê, kesên li wir bi xwendina sirûda "Ey Reqîb" kurê xwe dispêrin axê.