Malikî: 100 balafirên şer beşdarî operasyona berbanga Yemenê bûn

Şerê di navbera Artêşa Yemen û Hûsiyan de derbasî qonaxeke nû bû. Berdevkê Artêşa Yemenê anî ziman ku hêzên wan zêdetirî hezar operasyonên giran li ser çeper, baregeh û topxaneyên Hûsiyan pêk anîn. Her wiha Artêşa Yemenê Tengava Bab Mendebê kontrol kir. Berdevkê Fermî yê Hêzên Hevpeymaniya Piştgiriya Rewatiya li Yemenê Turkî Malikî, piştrast kir ku 100 balafirên şer beşdarî operasyona "Berbanga Yemenê" bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Yemenê ji bo axa Yemenê ya ku di kontrola hêzên Hûsî de ne operasyoneke bi navê "Berbanga Yemenê" da destpêkirin.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Hevpeymaniya Piştgiriya Rewatiya li Yemenê Turkî Malikî têkildarê operasyonê daxuyanî da.

Turkî Malikî diyarkir ku 100 balafirên şer beşdarî operasyona "Berbanga Yemenê" bû ye.

Malikî di daxuyaniyeke xwe de anî ziman ku piştgiriya esmanî ji bo hêzên Yemenê bi awayekî bê navber tê dabînkirin.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Hevpeymaniyê diyar kir ku di destpêka operasyonê de 324 navendên Hûsiyan hatine armanckirin.

Her wiha, Malikî da zanîn ku hevpeymanî parastina asmanî ji bo Tengava Bab Mendebê peyda dike.

Çavkaniyên Yemenî ji Sky Newsê re ragihandin ku êrîşên hewayî li dijî baregehên Hûsiyan li Sen'ayê pêk hatine.

Li gorî Reuters hêzên hikûmeta Yemenê bi piştgiriya Erebîstana Siûdî hin baregehên stratejîk ên li ser Tengava Bab Mendebê kontrol kirine.

Ji aliyeke din ragihandina Hûsiyan pêşveçûna hêzên hikûmetê li wan deveran red kirin.

Muemer Îryanî: Operasyon qonaxeke nû ya avakirina saziyên dewletê ye

Wezîrê Ragihandinê yê Yemenê Muemer Îryanî tekez kir ku operasyonên ku ji aliyê hêzên çekdar û yekîneyên leşkerî ve tên meşandin, qonaxeke nû di şerê ji bo vegerandina dewletê û bidawîanîna kontrola Hûsiyan de nîşan didin.

Muemer Îryanî di peyameke xwe ya li ser platforma X’ê de anî ziman ku armancên operasyona "Berbanga Yemenê" ji nû ve avakirina saziyên dewletê û amadekirina zemîna ji bo ji nû ve avakirin û pêşketinê li xwe digirin.

Îryanî eşkere kir ku hêzên hikûmeta Yemenê navçeya stratejîk a Zubabê ya li nêzî Bab Mandabê bi temamî kontrol kirin û ber bi bajarê Mexayê ve pêş de diçin.

Li gor ragihandina Yemenê, di operasyonê de bi dehan çekdarên Hûsî hatine kuştin û dîlgirtin.

Artêşa Yemenê tengava Bab Mendebê kontrol kir

Li gor agahiyên herî dawî, El Hedesê ragihand  li Taîzê zêdetirî 50 wesayîtên ku bi dehan çekdarên Hûsî tê de bûn, ji Barîha û Banî Bakariyê ber bi Kadhayê  ve vekişiyan e.

Heman çavkaniyê ragihand ku Artêşa Yemenê Tengava Bab Mendebê kontrol kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye