Li Eyaleta Georgiayê 2 kes di gulebaranekê de mirin û 35 jî birîndar bûn

Rayedarên herêmî li eyaleta Georgiya ya Amerîkayê ragihand ku di şahiyekê li eyaletê de bûyereke gulebarankirinê rûda. Di encamê de, 2 kes hatin kuştin û nêzîkî 35 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku 2 ciwanên 21 û 23 salî li bajarê Vienna yê eyaleta Georgia bi guleyan hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran anî ziman ku bi sedan kes beşdarî wê şahiyê bûbûn.

Ev şahî dawiya hefteya "Vegera Dibistanê" li dibistana amadehî ya kantona Dooleyê hatibû lidarxistin.

Rêveberê Buroya Lêkolînê ya Georgiayê, Chris Hosey got ku ew naxwazin der barê sedema bûyerê de texmînan bike.

Rayedaran diyar kir ku temenê kesên birîndar bûne di navbera 14 û 51 salan de ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye