Li Sengaw şeş nêçîrvanên ajelên kûvî hatin binçavkirin

Li bajarokê Sengaw yê Silêmaniyê 6 kes ji ber nêçîrkirina ajelên kûvî hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rêveberiya Polîsê Daristan û Jîngehê ya Parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku li Çiyayê Acdax yê dikeve herêma bajarokê Sengaw yê Silêmaniyê 6 kes ji ber nêçîrkirina ajelên kûvî, ji aliyê hêzên wan ve hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê li ser mijarê ji aliyê Rêveberiya Polîsê Daristan û Jîngehê ya Parêzgeha Silêmaniyê hatiye dayîn de, hate eşkerekirin ku di dema binçavkirina van şeş dijminên jîngeha Kurdistanê de, çekek kalaşnîkov, guleyên kalaşnîkovê, du çekên nêçîrê, heft guleyên çekên nêçîrê, sê amêrên ronîkirinê, pênc telefon û wesayîtek hatin desteserkirin.

Hate ragihandin ku der barê her şeş tawanbarên hatine binçavkirin de pêvajoya yasayî hatiye destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye