Bi 100 balafiran êrîşî Hûsiyan kirin

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku 100 balafirên wan ên şer beşdarî operasyona “Gura Yemenê” bûne û 324 cihên Hûsiyan rûxandine.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî û Fermandariya Hêzên Hevpeymaniya Parastina Rewatiya li Yemenê, di daxuyaniyeke hevpar de eşkere kirin ku bi 100 balafirên şer beşdarî operasyoneke berfireh a li dijî binkeyên Hûsiyan ên li Yemenê bûne.

Der barê mijarê de berdevkê leşkerî yê hêzên hevpeymaniyê Turkî Malikî da zanîn ku di encama van êrişên hewayên de, wan kariye 324 baregehên sereke û girîng rûxînin. Ev armancên hatine derbkirin li herêmên cuda bûn û ji baregehên parastina çekan, çeperên leşkerî û qadên avêtina moşek û dronan pêk dihatin.

Di heman demê de, Wezareta Parastinê ya Siûdî anî ziman ku hêzên wan ji bo dabînkirina ewlehiya hewayî û parastina herêmê di amadedestiyeke tam de ne, da ku aramî were mîsogerkirin û piştgiriya hêzên leşkerî yên Yemenê berdewam bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye