Trump: Divê krîza mirovî ya li Îranê raweste

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser rewşa Îranê got ku Komara Îslamî ya Îranê, ku di rewşek dijwar de ye, mûçeyên leşkerên xwe nade, di heman demê de xwepêşanderan dikuje. Berdevkê Wezareta Derve Lin Jian yê Çînê jî rexne li cezayên nû yên Amerîkayê li ser Îran ferz kiriye kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya dijîtal Truth Social peyamek belav kir.

Donald Trump di peyama xwe de got ku Îran bi rêjeyek bêhempa welatiyên xwe yên ku derdikevin xwe pêşandanan dikuje.

Donald tekez kir ku krîza mirovî ya li Îranê divê di zûtirîn dem de raweste.

Her wiha diyar kir ku Îran nikare mûçeyên beşeke mezin ji leşkerên xwe bide.

Berê jî Wezîrê Şer ê Amerîkayê gotibû ku rêveberiya Trump karanîna hêza leşkerî li dijî Îranê red nake.

Her wiha Washingtonê "êrîşek aborî ya biryardar" li ser Tehranê ragihandiye.

"Çînê rexne li cezayên neqanûnî yên Amerîkayê li dijî Îranê dike"

Her wiha Çînê rexne li cezayên nû yên 'neqanûnî' yên Amerîkayê yên li ser Îran û hevkarên wî yên bazirganî kir.

Berdevkê Wezareta Derve Lin Jian yê Çînê destnîşankir ku Çîn bi tundî li dijî "cezayên yekalî yên neqanûnî" bi nav dike ye û dê hemû tedbîrên pêwîst bigire da ku mafên xwe biparêze.

Ev daxuyanî jî piştî Wezîrê Xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Scott Bessent roja Duşemê tedbîrên nû ragihand û hişyarî da ku her neteweyek ku bi Îranê re hevkariyê bike dê were tecrîdkirin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê wiha got:

"Hevkariya di navbera Çîn û Îranê de her gav di çarçoveya qanûna navneteweyî de hatiye kirin û divê destwerdan an astengkirin neyê kirin."

Her wiha hêjayî gotinê ye ku Çîn dewleta herî  zêde sûdê ji petrola Îranê digire ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye