Li Deryaya Reş Rûsyayê êrîşî 3 keştiyan kir ku alên biyanî hildabûn.
Her wiha cîgirê serokwezîrê Ûkraynayê Oleksiy Kuleba got ku dronên Rûsî bi şev êrîşî sê keştiyên bazirganî kir ku alên biyanî hildabûn, dema ku li Deryaya Reş di korîdora hinardekirina Ûkraynayê re derbas dibûn.
Oleksiy Kuleba bi rêya hesabê xwe yê Telegramê zêde kir ku êrîşan agir bi keştiyan xist, lê tîmên li ser keştiyê karîbûn agir vemirînin.
Ji aliyekî din ve jî, Desteya Benderên Deryayî ya Ûkraynayê got ku keştî alên Vanuatu, Komor û Panamayê hildigirtin.
Her wiha Deryaya Ûkraynayê berê ragihandibû ku êrîşek li ser keştîyeke barhilgir a Tirkiyê hatiye kirin ku ala Vanuatu hildigirt.
Hêza Deryayî ya Ûkraynayê jî ragihand ku di êrîşê de du endamên ekîbê birîndar bûne û ji hêla keştiyên Hêzên Deryayî yên Ûkraynayê ve hatine rizgarkirin.
Hêza Deryayî ya Ûkraynayê da zanîn ku keştî ji bendera herêma Odessa ber bi Tirkiyê ve diçû.
Rûsyayê ji şerê xwe yê li Ukraynayê yê berî çar salan ve, bi berdewamî rêyên hinardekirina deryayî armanc kiriye.
Her wiha Rûsyayê benderên girîng ên bazirganiya derve û aboriya şer bombebaran kirine.
Karmendekî Rûsî: Sê karker di êrîşeke Ûkraynayê de hatin kuştin
Ji aliyekî din ve, karmendê Rûsî Denis Pushilin ragihand ku sê karker di êrîşeke Ûkraynayê ya li ser Herêma Donetskê de hatin kuştin.
Denis Pushilin di postekê de li ser Telegramê got ku karker di otomobêlekê de li Volerskê, li bakurê bajarê Donetskê bûn, dema ku dron li otomobêlê xist.
Rûsya ji Ûkraynayê daxwaz dike ku dev ji kontrola deverên li Herêma Donetskê berde.
Rûsya dibêje ew amade ye şer bidomîne, heta ku kontrola tevahî ya herêmê bi dest bixe.