Duh Leo XIV çû bajarê ku nêzîkî deh salan e bi pevçûneke xwînî ya cudaxwaz ve mijûl e ew jî Kamerûn e.
Papa bi coş û şahiyeke mezin hat pêşwazîkirin.
Niştecihên Kamerûnê diyar kirin ku bi hatina Papa careke din rewşa wan a derûnî ket rojeva cîhanê.
Papa di axaftina xwe ya li hundirê Katedrala St. Joseph de, bal kişand ser xetereyên bikaranîna olê di pevçûnan de û got:
“Xwezî bi aştîxwazan! Lê wey li wan kesên ku ol û navê Xwedê ji bo berjewendiya xwe ya leşkerî, aborî yan siyasî bi kar tînin û yên ku pîroziyê qirêj dikin.
Cîhan ji hêla komeke zaliman ve tê wêrankirin.”