Lezgin

Meclisa Jêrîn a Almanya plana rawestandina yekbûna malbatê êrê kir

reset font size increase font size

Parlementoya Almanya 27’ê Hezîranê qanûnek nû pejirand, mafê yekbûna malbatî a hinek koçberan rawestand.

Ev qanûn yekbûna malbatên penaber ên ku îkameya parastina alîkar ji bo du salan radiwestîne.  Ev tedbîr bi armanca sînorkirina koçberiyê ji hêla hikûmeta Friedrich Merz ve hate girtin.

Wezîrê Karên Hundir Alexander Dodrindt derbarê mijarê de got: “Almaniya welatekî vekiriye ji bo cîhanê, lê kapasîteya pergalên me yên civakî,perwerdeyî û bazarên milkê sînordarin,  lewra divê koçberî ber bi Almaniya ve sînordar be.”

Qanûna rawestandina îkameyan, bi piraniya dengan hat pejrandin, 444 endaman erê kir û 135 endaman red kir.

Ew kesên ku  li welatê xwe bi gefa îşkence an darvekirinê rû bi rû ne, ji ber vê zagonê nikarin yekbûna malbatê çêbikin, lê dikarin bimînin Almanyayê.

Ezîma Hesin

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24