Hêzên Ûkraynayê li Donetskê şikestineke mezin jiyan kirin

Dezgehên medyayî yên Ûkraynayî rewşa xirab a hêzên Ûkraynayî li rojhilatê herêma Donetskê di nav topbarana domdar a Rûsyayê de eşkere kirin. Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê windahiyên hêzên Ûkraynayî, di 24 demjimêrên borî de û kontrola hêzên wan bajarokên nû, bi taybetî li Donetskê, eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Tevî hewildanên dîplomatîk ên ji bo rawastandina şer jî, lê hîna şerê Ûkrayna û Rûsya bi dijwarî dewam dike.

Medyaya Ûkraynayê ragihand ku rewşa hêzên Ûkraynayê li dora bajarên Pokrovsk û Myrnograd, li rojhilatê herêma Donetskê, xirabtir bûye.

Raportên medyayî nîşan didin ku rewşa artêşa Ûkraynayê ji ber çalakiyên dronan û bombebarana domdar a Rûsyayê bi lez û bez xirab dibe.

 

1,630 leşkerên Ûkraynayê hatin kuştin

 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de, windahiyên leşkerî yên hêzên Ûkraynayê di 24 saetên dawî de li eniyên şer eşkere kir .

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: "Li hemû herêmên operasyonê hêzên Ûkraynayê herî kêm hezar û 630 leşker winda kirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja Înê ragihand ku bajarê Bologovka li herêma Xarkiv û sê bajarokên Donetskê di çarçoveya operasyoneke leşkerî ya taybet de li Ûkraynayê hatine rizgarkirin .

 

 

Hevalbendên Ûkraynayê: Em ê zextê ji her demê bêtir li Rûsyayê bikin

 

Her wiha hevalbendên Ûkraynayê li Londonê civiyan û soz dan ku ew ê zextê ji her demê bêtir li Rûsyayê bikin û ji her demê bêtir li kêleka Ûkraynayê bin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku ji bo dabînkirina 5,000 mûşekên sivik ji bo Ûkraynayê "lez dane hilberîna mûşekan û got: " Wan lez daye hilberîna mûşekan û pêdiviya bikaranîna Milkên cemidandî ya Rûsyayê ji bo fînansekirina parastina Ûkraynayê" heye.

Keir Starmer da zanîn ku ew ê ji her demê bêtir zextê li ser Putin bikin û li kêleka Ûkraynayê bin."

 

Starmer: Hevalbend wê ti çalakiyeke dijminane ji Rûsyayê tehemûl nekin

 

Starmer anî ziman  ku  hevalbend wê ti çalakiyeke dijminane ji Rûsyayê tehemûl nekin.

Di heman demê de Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskyy piştrast kir ku serokan ji bo piştgiriya Ûkraynayê di sala bê de" li hev kiriye.

 

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte dest nîşan kir ku cezayên Amerîkayê yên li dijî Rûsyayê zexteke ji bo dan û standên bi Putin re ye.

Rutte  got ku Trump bi biryar e ku şer bi dawî bike û aştiyê bîne û piştrast kir ku Putin li Ûkraynayê bedelên giran dide.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye