Li Tertûsê rageşîyeke ewlehiyê tê jiyîn

Piştî êrîşên ku çekdarên rûgirtî li ser gundên Sehil Ekar ê Tertûsê pêk anîn êdî welatiyên gundewaran tirsa nûbûna bûyerê dijîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan komeke çekdarên nenas ku li motorsiklêt û erebeyên bê numre siwar bûbûn hatin girtin.

Çekdaran bêserûber gule li welatiyan reşandin, li hin welatiyan dan û mal û milkên şêniyan jî dizîn.

 

Navenda çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnşan kir ku heya niha destwerdaneke ewlehî ya fermî ji bo vehewandina bûyerê çênebûye û da zanîn ku şênî rewşeke fikar û metirsiyê dijîn.

Ev rageşî piştî çend rojan ji bûyera ku li gundê Morid ê bajarê Banyasê çêbûye pêkhat.

 

SOHR`ê di 21`ê Cotmehê de belge kiribû ku mezarê Şêx Mihemed Basinorî bi bombeyan hat êrîşkirin.

Şêniyên taîfeya Elewî komên çekdar ên ku ji derveyî herêmê ne tewanbaran kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye