Çekdarên Hikûmeta Veguhêz gundewarê Siweydayê topbaran kirin

Çekdarên Hikûmeta Veguhêz bi çekên giran gundewarê Siweydayê topbaran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz bi çekên giran gundê Mecdel ê gundewarê Siweydayê bombebaran kirin, bi wê yekê agirbest hat binpêkirin.

 

Her wiha SOHR`ê diyar kir ku duh li bajarokê Qenewat a gundewarê Siweydayê, termên 2 kesan di hundirê malekê de hatin dîtin û yek ji wan jî zarokekî biçûk bû.

Navendê da zanîn ku ev her du kes bi guleyan ji aliyê kesên nediyar ve hatine kuştin. 

Di 21ˊê cotmehê de, droneke çekdarê Hikûmeta Veguhêz li nêzî rêbenda kontrolê ya "El Neqil" a li ser rêya Çerxerêya Omran-gundê Wlega erebeyek, bombebaran kiribû.

 

Di encama bombebaranê de kesek di xisarê jiyanî çênebû.

Piştre hate ragihandin ku Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siweydayê jî ew dron xistine xwarê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye