Ji bo keda wan a salan di girtîgehên dewleta Tirk de û girêdana wan bi dozê re di şert û mercên dijwar de, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her du têkoşer bi kulîlkan pêşwazî kirin.
Têkoşer Mihemed Emîn Îsmaîl di têkoşîna xwe ya li Qarsê ya Bakurê Kurdistanê de di 1994ˊan de, ji hêla Artêşa Tirk ve hatibû girtin.
Her wiha têkoşer Lemya Osê jî li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê di 1994ˊan de hatibû girtin.
Her du têkoşer jî di nava girseya gel de axivîn.
Silavên girtiyan ji wan re anîn û diyar kirin ku pêwîstî bi hembêzkirina destkeftiyên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê heye, ku bi saya fedakariyên şehîdan û felsefeya Rêberê gelê Kurd hatine bidestxistin.