Qutbûna înternetê li Îranê derbasî roja xwe ya 84'an bû

Qutbûna Înternetê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, derbasî roja xwe ya 84`an bû. 19 rêxistinên sivîl û çalakvanên mafên zarokan, ev yek şermezar kirin û wekî gefeke cidî li hemeberî mafê mirovan bi nav kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî şerê12 rojî yê destpêkê yê di navbera Îsraîl û Îranê de, dewleta Îranê dest bi qutkirina Înternetê li ser welatiyan kir.

Dewleta Îranê, bi hinceta ewlehiya dem dirêjî, mafê gihîştina Înternetê qedexe dike.

Herî dawiyê jî, demeke dirêj di xwepêşandanên girseyî de ji bo bêdengkirina gel û rê li ber belavkirina agahiyan bigire, nêzî du mehan înternet qut kiribû.

Ji dema destpêkirina şerê 40 rojî yê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de, careke din dewletê gihîştina Înternetê, qedexe kir.

Li gorî Netblocks`ê ku rêxistineke çavdêriya gihîştina înternetê dike ragihand ku qutbûna Întrnetê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derbasî roja xwe ya 84`an bûye, ku 1,992 saet desbas kirine.

Çalakvan û rêxistinên sivîl: Qutbûna înternetê gefeke cidî ye

Li ser vê yekê jî, 19 Rêxistinên sivîl û çalakvanên mafên zarokan bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûna xwe nîşan dan.

Aliyan di daxuyaniya hevpar de, ragihandin ku gihîştina azad, ewle û wekhev a ji bo înternetê ne tenê amûreke ragihandinê ye.

Her wiha beşek ji mafên bingehîn ên welatiyan e û wiha eşkere kirin:

“Mafê gihîştina înternetê bi taybetî ji bo zarok û ciwanan di warên perwerde, agahdarî, geşepêdana kesayetî û beşdariya civakî de girîng e.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku sînordarkirina înternetê û neheqiya di gihîştina torên medyaya dijîtal de, wekî gefeke cidî li dijî mafên zarokan ên di warê dadperweriya perwerdehiyê de tê dîtin.”

Netblocks`ê di raporeke xwe de destnîşan kiribû ku girêdana înternetê li Îranê di 84 rojên borî de di navbera ji sedî yek û duyan de bû, di nav de komêm nêzîkî hikûmetê jî hebûn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye