Lezgin

Rêveberiya Xweser binçavkirina rojnamevan Hesen Zaza şermezar kir

reset font size increase font size

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di derbarê girtina rojnamevan Hesen Zaza de ku ji aliyê hêzên ewlekariya giştî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatiye binçavkirin, daxuyaniyek Weşand.

Di daxuyaniyê de binçavkirina rojnamevan Hesen Zaza hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku rojnamevan Hesen Zaza bêyî tu biryarên qanûnî û dadwerî hatiye binçavkirin.

‘Binpêkirina danezana cîhanî ya mafê mirovan’

Di dewama daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser bi bîrxist ku Hesen Zaza bi çalakiyên xwe  yên parastina azadiya ragihandinê û ragihandina heqîqetê tê naskirin û dazanîn ku binçavkirina Hesen Zaza, binpêkirina danezana cîhanî ya mafên mirovan û peymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî ye.

 Girtina rojnamevanan dê karê me bi paş de nexe’

Daîreya ragihandinê ya Rêveberiya Xweser, di dawiya daxuyaniya xwe de aşkere kir ku dê mîsyona xwe ya parastina azadiya çapemeniyê û mafên gelan di wergirtina agahiyan de bidomînin û wiha bi dawî kir: “Ev kiryar dê me ji berdewamiya karê me yê azad paşde nexe.”

Rustem Elîko

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24