Îro li Îranê ji bo 60 fermandarên leşkerî û zanyarên nukleerî yên ku di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin merasîmek pêk hat.
Bi hezaran Îranî li kolanan kom bûn, ala Komara Îslamî bilind kirin û pankartên bi nivîsa "Boom Boom Tel Avîv" bilind kirin. Îşaret bi mûşekên ku Tehranê wek tolhildana êrîşên wê yên li ser Îsraîlê avêtine, bilind kirin.
Berî ragihandina agirbestê roja sêşemê ya borî, Îsraîlê îdia kir ku nêzî 40 fermandarên leşkerî yên Îranê kuştine.
Di heman demê de ku êrîşî 8 cihên Nukleerî û zêdetirî 720 deverên binesaziya leşkerî kiriye.
Encama şerê 12 rojan: Hezar û 28 kuştî
Li gorî koma çalakvanên mafên mirovan a li Washingtonê, di encama şerê navbera Îsraîl û Îranê yê 12 rojan de li Îranê zêdetirî 1000 kes, di nav de herî kêm 417 sivîl, hatine kuştin. Li Îsraîlê jî 28 kes hatine kuştin.
Ceylan Hesen