Li herêma Endîşeyê, nêzîkî paytexta Îranê Tehranê, li navendeke bazarê şewat derket.
Hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gorî televîzyona dewletê, di şewatê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzîkî 40 kesên din jî birîndar bûne.
Rayedaran diyar kir ku duh li navenda bazarê ya ku nêzî 250 dikan û 50 ofîs lê bûn, şewatê dest pê kir.
Li gorî dîmenên ku ji aliyê medyaya Îranê ve hatin weşandin, agir bi gelek qatên avahiyê ket û dumaneke reş bi ser herêmê ve ket.
Piştî bûyerê, dozgeriya giştî ya Îranê lêpirsînek da destpêkirin, da ku sedema şewatê diyar bike.
Di encama lêpirsînê de hat eşkerekirin, ku berpirsê avahiyê hatiye binçavkirin.