Îbrahîm Kalin di konferansê de, behsa pêşketinên li herêmê yên di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de jî kir û wiha domand:
"Ew şer ji pirsgirêkeke ewlehiya herêmî derketiye û veguheriye krîza aborî û enerjiya gerdûnî."
Her wiha Kalin li ser pêvajoya aştiyê û qonaxa ku gihiştine wiha got:
"Pêvajoya Tirkiyê heta niha me qonaxên krîtîk bi hestiyarî derbas kirin.
Pêvajo di çarçoveya nexşerêya ku dewleta me plan kiriye de, bi pêş ve diçe.
Baweriya me pêvajo bi piştgirî, hestiyarî, sebir û helwesta avaker a hemû beşên civakê wê bi ser bikeve."
Serokê MÎT`ê Îbrahîm Kalin, di dawiyê de, tekez kir ku ji bo biencamkirina pêvajoyê bi biryardarî ew ê xebatên xwe bidomînin.