Mesrûr Barzanî li Îraqê rêze hevdîtinên xwe didomîne

Di çarçoveya roja duyemîn a serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Îraqê de, rêze hevdîtin hatin kirin. Mesrûr Barzanî îro bi kesayeta siyasî ya Îraqî Şêx Xemîs Xencer, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî, Serokê Itîlafa Avakirin û Geşpêdanê Mihemed Şeya Sûdanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Hiqûqê Nûrî Malikî re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Falih Zeydî bi fermî dest bi kar kiriye, yekem care ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê dike.

Di çarçoveya roja duyemîn a serdanê de, Mesrûr Barzanî îro serdana kesayeta siyasî ya Îraqî Şêx Xemîs Xencer kir.

Her du aliyan pêşhateyên di rewşa Îraq û herêmê de nîqaş kirin û girîngiya geşepêdana derfeta heyî ya Hikûmeta nû, ji bo sepandina wekheviyê li giştî Îraqê tekez kir.

Mesrûr Barzanî bi Qasim Erecî re civiya

Piştre Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî re civiya.

Qasim Erecî destnîşan bi girîngiya serdana Mesrûr Barzanî bo Îraqê kir û tekez kir ku ew bi fedekariyên Herêma Kurdistanê ji bo sepandina proseya siyasî li Îraqê serbilind in.

Mesrûr Barzanî her wiha spasiya Qasim Erecî kir, ji bo helwesta wî ya piştgir li ser mafên gelê Kurdistanê.

Her du aliyan li ser piştevaniya kar û xebatên Hikûmeta nû û çareserkirina dozên ku bi Hikûmeta Herêmê re asê mane, li ser bingeha rêzgirtina destûrî li hev kirin.

Piştî Civînê Qasim Erecî ji rojnamevanan re axivî û da xuyakirin ku lihevkirinek bi Hikûmeta Herêmê re heye.

Der barê dosyaya Ewlehiyê de, Erecî ragihand ku di demeke nêz de dê şandeyek payebilind a hevbeş a ewlehiyê ji Bexda û Hewlêrê serdana Tehranê bike.

Mesrûr Barzanî serdana Mihemed Şeya Sûdanî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Serdana Serokê Itîlafa Avakirin û Geşepêdanê Mihemed Şeya Sûdanî kir.

Di serdanê de nîqaş li ser rewşa siyasî ya Îraq û Herêmê hat kirin û tekezî bi girîngiya bipêşxistina hevkarî û hevrêziya di navbera hêz û aliyên siyasî de kir.

Mesrûr Barzanî bi Nûrî Malikî re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Hiqûqê Nûrî Malikî re jî civiya.

Di civînê de nerîna her du aliyan li ser pêwîstiya karê hevbeş ji bo rû bi rûbûna astengiyan û rastkirina rêya pêvajoya siyasî, hevpar bû.

Duh di roja yekem a serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Îraqê de jî rêze hevdîtin pêk hatibûn.

Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, Emîndarê Giştî ya Rêxistina Bedir Hadî Amirî, Serokê Itîlafa Nesir Heyder Ibadî, Serokê Heyeta Heşdî Şebî Falih Feyad, Serokê Hevpeymaniya Weqfên Iraqî Mihsin Medelawî û Serokê Encumena Dadweriya Bilind a Îraqî Fayiq Zêdan re civiya.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye