Di 14'ê gulanê de, Wezarata Perwerde û Fêrkirinê ya Hikûemta Veguhêz a Sûriyê biryarek da.
Di biryarê de hat eşkerekirin ku ji bo xwendekarên refên 9 û 12an ên ji Siwedayê, dê navendên ezmûnan li Şam û gundewarên wê werin vekirin.
Wezaretê ev biryar bi îdîaya ku 'Siwêdayê ne ewle ye û divê ezmûn li cihekî ewle werin kirin' da.
Şêniyên Siwêdayê bi xwepêşandanekê ev biryar şermezar kirin.
Xwepêşanderan diyar kir ku ev biryar barê zêdetirî 13 hezar xwendekar û mercên ewlehî û debareyê giran dike.
Xwepêşanderan bang li aliyên eleqedar kir ku bi lezahî destwerdanê bikin, da ku navendên ezmûnan vegerînin Siwêdayê.
Her wiha wan destnîşan kir ku organîzekirina ezmûnan di nav parêzgehê de, edaletê ji bo xwendekaran misoger dike û zexta li ser wan kêm dike.