Tom Barrack: Dibe ku yên êrîşî Siweydayê kiribin Daiş be

Tom Barrack hewil dide komkujiya li dijî Dûrziyan pêk hatiye ji stûyê Colanî derxe. Nûnerê Taybet yê Amerîkayê Tom Barrack dibêje dibe ku çekdarên DAIŞ`ê bi cilên fermî yên hêza hikumeta Sûriyeyê tevlî buyerên li Siweydayê bûbin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tom Barrack anî ziman ku, wî ji bo serokê Hikumeta Veguhez a Suriyeyê gotiye ku, ji bo Suriye ji piştgiriya navnetewî dûr nekeve aliyên tundiyê di nav artêşê de pêktînin berçavan re derbas bike.

Her wiha Barrack hewlda Colanî bê sûc nîşan bide û got.

``Artêşa Suriyeyê ji bûyer û tundiya dawiyê li Siweydayê ne berpirsyar e, ji ber hişyariya Îsraîlê nekete parêzgeha Siweydayê.``

Li gor Çavderiya Mafê Mirovan a Suriyeyê di êrîşên 13ê Tîrmeha 2025an de dest pê kiriye heta niha zêdetirî hezar kes hatine kuştin. 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24