Îsraîl operasyoneke bejahî li Lubnanê pêk anî

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan duh bi şev, operasyoneke bejayî ya li nava axa Lubnanê pêk aniye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan ev operasyon, bi armanca wêrankirina hejmarek çeperên Hizbullahê li aliyê Lubnanê yê Çiyayê Dovê û rêgirtina li pêş wan ku vê herêmê ji bo avakirina çeperên pêşerojê bikar bîne, pêk aniye.

 

Artêşê eşkere kir ku ev oparasyon, ji aliyê leşkerên yedek û endezyarên şer ên ji Lîwaya Herêmî ya 810`an ve, hatiye pêkanîn.

 

Di heman demê de, Nûnerê Amerîkî yê li Sûrîyê Tom Barack, hişyarî da ku eger Lubnan çekên xwe nede, Îsraîl dikare êrîşî Hizbullahê bike û wê hêza xwe ya herî zêde nîşan bide.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye