Frankfurter Allgemeine: Civîna li ser Tengava Hurmizê hat bipaşxistin

Biryar bû ku roja yekşemê civînek navneteweyî der barê Tengava Hurmizê de li Tirkiyê hatiba lidarxistin, lê rojnameya Frankfurter Allgemeine îro ragihand ku ev civîn hat bipaşxistin. Li aliyekî din jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper der barê Tengava Hurmizê de nirxandin kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya Almanî ya Frankfurter Allgemeine roja înê 28'ê tebaxê ragihand ku civîna sê welatên Ewropî û çar welatên herêmî ya li ser Tengava Hurmizê ku biryar bû 30'ê tebaxê li Stenbolê hatiba lidarxistin, hat bipaşxistin.

Biryar bû ku Wezîrên Karên Derve yên Almanya, Îngîlîstan, Pakistan, Tirkiye, Fransa, Misir û Erebistana Siûdî beşdarî civînê bibin.

Li gorî rojnameyê, Wezîrê Karên Derve yê Misirê Bedir Ebdulatî bi amajeya ku nakokî di bernameyan de heye, daxwaza bipaşxistina civînê kiriye.

Her wiha dîrokeke nû ji bo civînê hîn nehatiye destnîşankirin.

Centcom: Me rêyên 75 keştiyên bazirganiyê guherandin

Têkildarî mijara Tengava Hurmizê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM, der barê Tengavê de nivîsek li ser platforma X'ê belav kir.

Fermandariyê ragihand ku hêzên Amerîkî heta 27'ê tebaxê rêyên 75 keştiyên bazirganiyê guherandine, sê keştî neçalak kirine û du keştî lêkolîn kirine.

Trump: Karê me bi beşa leşkerî ve neqediyaye

Di heman çarçoveyê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump 27'ê tebaxê, li Koşka Spî mijarên girêdayî Tengava Hurmizê û gengaziya ji nû ve destpêkirina şer nirxandin.

Donald Trump da zanîn ku şeva borî wan 24 keştî şandine Tengava Hurmizê û ew her dem keştiyan di vê rêyê re dişînin.

Trump lê zêde kir ku ev yek nayê wê wateyê ku karê wan bi beşa leşkerî ve qediyaye.

Wî anî ziman ku ew bi baldarî û bi eşkereyî tevdigerin û got ku Tengava Hurmizê vekirî ye û kontrola wê di dest wan de ye.

Brad Cooper: Me Tengava Hurmizê ji mayînan paqij kir

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM'ê Brad Cooper jî bi daxuyaniyekê ku li ser medyaya dijîtal hatiye weşandin, eşkere kir ku hêzên Amerîkî di çend mehên borî de nêzîkî 1500 keştiyên ku nêzîkî 750 milyon bermîl petrola xav hildigirtin dema ku di Tengava Hurmizê re derbas dibûn parastine.

Di heman demê de, Brad Cooper lê zêde kir ku artêşa Amerîkayê bi rêya bikaranîna noqavan, hêzên taybet û piştgiriya hewayî, mayînên ku ji hêla Supaya Pasdarên Îranê ve li Tengava Hurimzê hatibûn danîn paqij kirine û rê niha vekirî ne.

Di dawiyê de, Cooper anî ziman ku tenê destûr hatiye dayîn ku keştiyên mirovî di Tengava Hurmizê re derbas bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye