li Şamê li dijî qanûnên desteserkirinê wepêşandan hat lidarxistin

Bi dehan şênî, cotkar û karkerên çandiniyê ji deverên El Bejaa, El Sebûra û Qudsaya li ber avahiya Meclîsa Gel a li Şamê li dijî qanûnên desteserkirinê yên ku ji hêla Saziya Giştî ya Niştecîbûnê ve hatine kirin, xwepêşandan kirin û daxwaza vegerandina erdên wan bo xwediyên wan ên rewa kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şênî, cotkar û karkerên çandiniyê ji deverên El Bejaa, El Sebûra û Qudsaya îro li ber avaiya Meclîsa Gel a li Şamê li dijî qanûnên desteserkirinê yên ku ji hêla Saziya Giştî ya Niştecîbûnê ya rejîma berê ve ji bo qezenca taybet hatine kirin, xwepêşandanek li dar xistin. xwepêşanderan daxwaza vegerandina erdên xwe bo xwediyên wan ên rewa kirin.

Xwepêşanderan dirûşmeyên wekî "Na ji qanûnên desteserkirinê re", "Na ji qanûnên kirê yên kevin re", "Na ji qanûnên Partiya Bais a hilweşiyayî re", û "Na ji qanûnên nefretê yên rejîma Esed re" qîr kirin.

Xwepêşanderan daxwaza betalkirina hemû desteserkirinan, vegerandina mafên xwediyên wan û redkirina biryarên Beşar El Esedê sûcdar û bavê wî kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye