Berdevkê Wezareta Karên Hundirîn a Sûriyê Nûredîn Baba der barê lihevkirina Hikûmeta Sûriyê û Yekîniyên Parastina Jin YPJ`ê de axivî.
Nûredîn Baba ragihand ku hebûna jinan di operasyonên ewlehiyê de hêmaneke dewlemendkar û pêdiviyek e ku ji aliyê xwezaya kar ve tê ferzkirin.
Nûredîn Baba: Wezareta hundirîn dê gelek sûdan ji pisporiya YPJ'ê bigre
Her wiha Baba anî ziman ku wezaret dê sûdê ji pisporiya endamên Yekîneyên Parastina Jin wergire.
Nûredîn Baba diyar kir ku pêvajoya wergirtina karmendan bi herêmeke erdnîgarî ya taybet ve sînordar nîne û her Sûriyek xwedî taybetmendiyên pêwîst, mafê wî heye ku li welêt kar bike.
Nûredîn Baba destnîşan kir ku mijara paye û erkan dê li gorî rêkeftinên di navbera her du aliyan û pêdiviyên Wezareta Navxwe de were çareserkirin.
Di çarçoveyeke têkildar de, Berdevkê Wezareta Karên Hundirîn a Sûriyê hebûna hevahengiyê di navbera karmendên nû yên Wezareta Karên Hundir û endamên heyî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê de piştrast kir.
Di heman demê de, li Şamê civînek di navbera Wezîrê Karên Hundir Enes Xettab û fermandariya Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê de hat lidarxistin, da ku behsa paşeroja van yekîneyan û mekanîzmayên tevlîkirina wan a di nav saziyên dewletê de bikin.
Yekîneyên Parastina Jin ji berê de pêşniyarek pêşkêş kiribûn ku di çarçoveya vê rêkûpêkiyê de tev li Wezareta Karên Hundirîn bibin.
Li gorî çavkaniyên agahdar ku xwe dispêrin kenala Nûçeyên Cîhana Erebî (RT), şandeyeke vê komê bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyê Murhef Ebû Qesra re hevdîtin pêk anîbû û der barê mekanîzmaya entegrasyonê de pêşnûmeyeke nivîskî pêşkêş kiribû.
Dibe ku ev entegrebûn nêzîkî 2,000 endamên Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê li xwe bigire.
Tê de endamên nû beriya pejirandina dawî, dê derbasî pêvajoyên taybet û hevpeyvînan bibin, lê heta niha ti hûrgiliyên fermî yên dawî der barê hejmar, paye an jî naveroka vê pêkhateya nû de nehatine eşkerekirin.