Karwanê 5emîn ê koçberên Serê Kaniyê vegeriya cih û warê xwe
Karwanekî nû ji Koçberên Serê Kaniyê îro di seatên sibehê de ber bi gundewarên Serê Kaniyê, Til Temir û Zirganê bi rê ketin. Ev karwan ê 5emîn e û ji 382 malbatan pêk tê. Jineke ji Serê Kaniyê ku piştî 7 salan ji koçberiyê vedigere mala xwe, konê xwe yê li kampê bi xwe re biriye, ji ber ku mala wan hatiye xerabkirin.