Li Pakistanê trênek ji rê derket 4 kes mirin

Îro li Pakistanê trênek ji rê derket. Di encama bûyerê de herî kêm 4 kes mirin û 17 kesên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Servîsên awarte gotin ku dema trên li nêzî bajarê Multan li parêzgeha Punjab a başûrê Pakistanê ji rê derket, herî kêm 4 kes mirin.

Berdevkê Servîsên Rizgarkirinê yên Punjabê Farûq Ehmed jî got ku ji ber vê qezayê 17 kes birîndar bûne.

Ev qeza di saet 5:21`ê sibehê de rû da.

Sedema qezayê heta niha ne diyar e.

Serokê Pakistanê Asif Elî Zerdarî û Serokwezîr Şehbaz Şerîf dilgiranya xwe li ser bûyerê anîn ziman.

Zerdarî ferman da rayedaran ku lêpirsînek zelal bikin da ku sedema qezayê were destnîşankirin.

Di tebaxa 2023`yan de li başûrê Pakistanê ji ber derketina trênekê ji rêya xwe 34 kes miribûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye