Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek belav kir û ragihand:
"Her du aliyan bal kişand ser girîngiya sûdwergirtina ji vê derfeta dîrokî ya ji bo pêkanîna aştiyê û wan teqez kir ku nabe ev derfet ji dest here.
Her wiha balkişandin ser pêwîstiya piştgiriya hemû aliyan a ji bo pêvajoyê."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê aniye ziman û amadehiya xwe ji bo her alîkariya pêwîst a ji bo serxistina pêvajoyê nîşan daye.
Nêçîrvan Barzanî her wiha bal kişandiye ser girîngiya aştiyê ya ji bo ewlehî û aramiya Tirkiyê û tevahiya herêmê.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî spasiya xwe û partiya xwe ya ji bo helwest û hewldanên berdewam ên Serokê Herêma Kurdistanê aniye ziman ku piştgiriyê dide pêvajoyê.