Di çarçoveya nîqaşên di derbarê paşeroja zanîngehê de, şandeyeke Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê serdana Zanîngeha Kobanê kir û bi rêveberiya zanîngehê re li ser rewşa zanîngehê û pêşeroja wê gotûbêj kir.
Piştî vê hevdîtinê, Meclisa Zanîngeha Kobanê civînek li dar xist û pêşniyarên şandeya wezaretê nirxand.
Di encama nirxandinê de, meclisê jî çend pêşniyar amade kirin ku ji komîteya têkildar a wezaretê re werin şandin.
Hevseroka Zanîngeha Kobanê Xezne Îbrahîm diyar kir ku nêrîn û pêşniyarên her du aliyan li ser hin mijaran li hev nehatin.