Şêwirmendê serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya. Der barê civînê de Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Sûriyê, rewşa Rojava û pêşketinên dawîn ên li herêmê hatine nirxandin.
Her du aliyan jî tekezî li ser girîngiya parastina aramî û ewlêhiyê kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Nêçîrvan Barzanî gotiye "Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide Sûriyeke aram û ewle ku mafên Kurdan û hemû pêkhateyan tê de parastî bin."
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya bipêşxistina pêwendî û hevkariya Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Sûriyê re.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Mazlûm Ebdî jî ji ber helwest û piştgiriya wî ya berdewam a ji bo mafên Kurdan û hewldanên wî yên ji bo aştiyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye.