Karwanê cenazeya fermandar Nûredîn Sofî ber bi Qamişloyê ve bi rê ket

Karwanê cenazeya fermandar şehîd Nûredîn Sofî ber bi Qamişloyê ve bi rê ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Karwanê cenazeya fermandar Nûredîn Sofî ji morga Dêrikê tevî bi hezaran xelkê kantona Cizîrê û malbata wî beriya çend kêliyan ber bi Qamişloyê ve bi rê ket.

Ji vê sibehê ve, bi hezaran xelkê kantona Cizîrê bi hemû pêkhate, eşîr û mezhebên wê berê xwe da Morga Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê, da ku cenazeyê şehîd Nûredîn Sofî veguhêzin bajarê Qamişloyê.

Bi sedan şênoyên Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê li ser rêyan li benda karwanê cenaze ne ku tev lê bibin û dûre tev li merasîmê bibin.

Piştî cenaze gihaşt Qamişloyê, dê li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê saet di 17.00’an de merasîmeke girseyî bê çêkirin û piştre cenaze li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bê definkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24