Li bajarê Kobanê konê sersaxiyê li qada Şehîd Egîd hat danîn

Li bajarê Kobanê yê Kantona Firatê, ji bo sersaxiya ji malbata her du şehîdan Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa re merasîm hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên Kantona Firatê berê xwe dan merasîma sersaxiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro HPG`ê ragihand ku pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Nûredîn Sofî di 6'ê Nîsana 2021'an de li Garê û Koçero Urfa jî di 4'ê Adara 2019'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne.

 

Piştî HPG`ê şehadeta her du fermandaran eşkere kir, konê sersaxiyê li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê hate danîn.

 

Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Necmê Kinco, anî ziman ku wan sûnd xwariye heta dawiyê pêşengên xwe bişopînin û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.

 

Ji Meclîsa Leşkerî ya Kantona Firatê Îsmaîl Elî jî, dest nîşan kir ku ji bo azadkirina gel şehîdan fedakariyên herî mezin kirine

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24