Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan KJK`ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî daxuyaniyek weşand û ragihand ku Şoreşa Jin ê li Îranê nîşaneya rêya demokratîkbûnê û teza sedsala 21`emîn ya jin ê ye.
KJK`ê di daxuyaniya xwe de salvegera 3’emîn a şoreşê di serî de li Rêber Apo ku mîmarê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ye, li malbatên şehîdan û hemû mirovahiyê pîroz kir û di Şexsî Jîna Emînî de hemû Şehîdên Şoreşê bi bîr anîn û soz a xwedî derketina xeyal û pêkanîna keda wan da.
KJK: Duruşma jin jiyan azadî ji bo cîhanê bû hêviya berxwedanê
KJK`ê diyar kir ku Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bû şoreşeke welê ku ne tenê jinan her wiha mêran jî cihê xwe di nav de girtin ku dixwestin feraseta serweriya mêr bişikînin, qetilkirina jinan weke qetilkirina jiyanê didîtin û dixwestin bi jinan re bibin hevrê.
Koorddînasyona KJK`ê destnîşan kir ku dirûşma Jin, Jiyan, Azadî hem ji bo jinên Îranî û Kurd hem jî ji bo jinên tevahiya cîhanê bû hêviyên berxwedanê û li dijî serweriya mêr, pergala kapitalîzmê û feraseta paşverû ji bo tevgerên jinan ên cîhanê bû manîfestoya azadiyê.
KJK: Rejîma Îranê pêşiya daxwaza azadiya gelan nikare bigre
KJK`ê di dirêjahya daxuyaniya xwe de bal kişand ser kiryarên rejîma Îranê û got:
“Rejîma Îranê ku li pêşberî bandora vê formula efsûnî bêçare ma û kiryarên xwe yên faşîzan dewam dike. Di dema şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de bi sedan mirovên me qetilkirin û di sala 3’emîn a şoreşê de jî hîn ciwanên ku pêşengî ji şoreşê re kirin, tevlî çalakiyan bûn hêjî têne girtin û darvekirin.
Bi rêya vê pêkanîna faşîzan hewl dide tola şoreşê hilîne. Lê belê li gel hemû kiryarên paşverû yên rejîma Îranê her roj hîn bêhtir diyar dibe ku pêşî li daxwaza azadiyê ya gelên Îranê nikare bê girtin.”
Koordînasyonê herî dawiyê bang li gelên Îranê û cîhanê kir ku di şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de israr bin û di serî de şehîdên şoreşê hemû nirxên mirovahiyê biparêzin û mezin bikin.