Dohayê duh êvarê civînek amadekariyê ji bo wezîrên derve û nûnerên 57 welatên Ereb û Îslamî li dar xist.
Di civînê de pêşnûmeya daxuyaniyekê derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser dewleta Qeterê de, hat nîqaşkirin.
Di civînê de, Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Sanî bang li civaka navneteweyî kir ku Îsraîlê ji ber sûcên wê yên li herêmê, ceza bike.
Her wiha Serokwezîrê Qeterê ragihand ku welatê wî hewldanên xwe yên navbeynkariyê bi Misir û Dewletên Yekbûyî re ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê didomîne.