Abas Araqçî: Îran her hewildaneke ji bo bidawî anîna şer pêşwazî dike

Wezîrê Karê Deve yê Îranê Abas Araqçî ragihand ku Tehran her hawildaneke ji bo bidawîanîna şer, pêşwazî dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Mediyayên Îranê di roj 16`an a Şerê di navbera Dewetên Yekbûyî yên Amerîka- Îsraîl û Îranê de, ragihand ku Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abas Araqçî Amadbûna welatê xwe ji bo bidawî anîna şer eşkere kiriye.

Li gorî agahiyan Abas Araqçî destnîşan kir ku têkiliyên dîplomatîk bi Qeter, Erebistana Siûdî, Uman û welatên cîran re berdewam in.

Her wiha Araqçî di derbarê êrîşên li ser welatên herêmê de, da zanîn ku Îran amdeye ku bi welatên herêmê re komîteyek lêkolînê ava bike.

Wezîrê Derve yê Îranê, Amerîkayê tewanbar kir û got ku; dibe dronên Lucas ku li Amerîkayê hatiye çêkirin li pêş van êrîşan be û wiha got:

"Ji ber ku Drona "Lucas" li Amerîkayê hatiye çêkirin, dişibihe dronên "Shahed" ên Îranî û dibe ku Amerîkayê berpirisê van êrîşan be"

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye