"Danûstandinên rasterast di navbera Îsraîl û Libnanê de çêdibin"

Duh Libnan û Îsraîl nêzîkî lidarxistina gera yekem a danûstandinên rasterast bûn da ku agirbestê pêk bînin, lê hîn rêkeftin nehatine temamkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Şerê Amerîka û Îsraîl li dijî Îranê di 28´ê Sibatê de destpêbû.

Di 2´ê adarê de Hizbullah jî ket nava şer û li dijî Îsraîlê derket.

Duh Libnan û Îsraîl nêzîkî lidarxistina gera yekem a danûstandinên rasterast bûn da ku agirbestê pêk bînin, lê hîn rêkeftin nehatine temamkirin.

Çavkaniyên wezaretên Libnanî ji Esharq Ewset re diyar kir ku lihevkirinek ji bo lidarxistina civînekê hatiye kirin, lê dîrok û cîh hîn nehatiye diyarkirin û wiha got:

"Qibris û Fransa pêşniyara mazûvaniya civînê kirine."

Her wiha anî ziman ku hîn ne diyar e ka Serokê Parlamentoyê Nebîh Berrî dê razî bibe ku nûnerekî Şîe bişîne civînê, ji ber ku di şandeya danûstandinê ya Libnanê de nûnerên Şîe nînin.

Di heman demê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres duh ji Beyrûtê got ku; "kanalên dîplomatîk" hene da ku şerê li Libnanê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de rawestînin.

Antonio Guterres bang li civaka navneteweyî kir ku hewlên xwe yên ji bo piştgiriya dewleta Libnanê zêde bikin.

Li aliyekî din duh Wezareta Derve ya Fransayê li Parîsê tekez kir ku tu planeke Fransayê ji bo rawestandina şerê li Libnanê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de tune ye.

Wezaretê ji France Press´ê re destnîşan kir ku Fransa piştgirî da vekirîbûna rayedarên Libnanî ji bo danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re û pêşniyar kir ku danûstandinan hêsan bike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye