Li Til Temirê ji ber teqîna mayînê sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand ku li gundê El-Kuzliya yê girêdayî bajarokê Til Temrê, ji ber teqîna mayînekê, sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê, ji ber teqîna mayînekê li gundê El-Kuzliya yê girêdayî bajarokê Til Temrê, sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Gundê El-Kuzliya, li ser rêya navneteweyî ya M4 li gundewarê Hesekê dikeve.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê ve hatine wergirtin, ev kes beriya demekê ji koçberiyê vegeriyaye gundê xwe.

Bi vî awayî, hejmara sivîlên ku ji destpêka sala 2026'an û vir ve hatine kuştin, gihîşt 101 kesan, di nav wan de 31 zarok û 7 jin hene.

Her wiha 111 kes birîndar bûne ji wan 67 mêr, 43 zarok û jinek in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye