Xelkên Siweydayê doza diyarkirina çarenûsa xwe dikin

Xelkên Siweydayê li qada Keramê ya navenda bajêr, xwepêşandanek li dar xistin û daxwaz kirin ku çarenûsa herêma wan were diyarkirin û sûcdar bêne cezakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwepêşandêran diyar kirin ku dorpêça li ser Siweyda berdewam e û doza vekirina korîdorên mirovî kirin û daxwaza avakirina komîteyeke navneteweyî ya bêalî ji bo lêkolînkirina rastiyan kirin.

Her wiha xwepêşandêran şandina zarokên xwe ji bo dibistanên ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê tên birêvebirin, red kirin.

Şênîyan da zanîn ku heta şert û mercên siyasî û jiyanî yên heyî, neyên guhertin û diyarkirina mafê çarenûsê, edalet û rûmetê neyê bidestxistin, wê xwepêşandanên wan berdewam bikin.

Piştî êrîşên tîrmehê, piraniya navçeyên parêzgeha Siweydayê di bin dorpêçê de ne û ji ber kêmbûna ard li Siweydayê duh piraniyan firineyên nan rawestiyan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye