Li Sûriyê hilbijatina meclîsa gel bê gel tê lidarxistin

Îro li Sûriyeyê hilbijartinên Meclîsa Gel, bê deng û vîna gel tê lidarxistin, tenê nêzîkî 6 hezar kes ji saziyên hilbijartinê yên herêmî yên ku ji aliyê Ehmed El-Şeri ve hatibûn erkdarkirin, wê di hilbijartinên nerasterast de deng bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî hilweşamdina rêjîma Baas, ev cara yekem e ku li Sûriyê hilbjartina Meclîsa Gel tê lidarxistin, lê vê carê gel nikare beşdarî hilbijatinan bibe û dengê xwe bide. Ji ber tenê kesên ji aliyê Hikûmeta Veguhêz ve, hatine erkdarkirin, wê beşdarî hilbijartinê bibin.

 

Navendên dengdanê ji saet 09:00an ve vebûne

 

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan a Meclîsa Gel a Bilind Newar Necmê ragihand ku navendên dengdanê, îro di saet 9:00an de vebûne, dengdan wê saet 12:00 piştî nîvro bi dawî bibe.

Hat diyar kirin ku  eger hemû endamên komîteya hilbijartinê  deng nedin, navendên dengdanê wê herî dereng heya saet 4:00'ê  piştî nîvro vekirî bimînin.

Newar Necmê eşkere kir ku piştî dengdan biqede, wê sindoqên dengdanê li pêşiya ragihandinê werin jimartin û encamên destpêkê wê werin ragihandin.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan da zanîn ku piştî encamên destpêkê werin ragihandin, Komîteya Îtîrazên Hilbijartinê wê îtîrazan binirxînin û roja Duşemê an Sêşemê wê encamên fermî di civîneke çapemeniyê de, ragihînin.

 

"Hilbijartin wê bi riya pergala nerasterast were lidarxistin"

 

Rayedar îdîa dikin ku ji ber nebûna daneyên nifûsê yên pêbawer û koçberbûna bi mîlyonan ji ber şer, wan li şûna  Mafê dengdana giştî, serî li pergala nerastrast dane.

 

"Hilbijartin li 3 parêzgehan nayê lidarxistin "

 

Rayderan îdîa kirin ku ji ber sedemên ewlehî û siyasî, hilbjartin li parêzgehên Swêda, Reqa (bakur) û Hesekê (bakurê rojhilat) nehatin lidarxistin, lewma tê payîn ku19 kursî  wê vala bimînin.

Ev pêvajoya hilbijartinê li gorî Fermana Serokatiyê ya hejmar 66 a sala 2025'an ne.

Ferman destnîşan dike ku Komîteya Hilbijartinê ya Meclîsa Gel a Bilind ji serokê xwe, Mihemed Taha el-Ehmed û 10 endaman pêk tê û ew berpirsiyarê tevahiya pêvajoya hilbijartinê ne.

 

"Serokkomar sêyek ji endaman tayîn dike"

 

Li gorî Fermana Serokatiyê ya 66, Serokkomar sêyek ji endaman tayîn dike û ji sêyan duyên mayî, ji hêla komîteyên hilbijartinê yên li parêzgehan têne hilbijartin.

Herwiha, Biryarnameya Hejmar 143 a 2025'an, hejmara endamên Meclîsa Gel wekî 210 destnîşan dike.

 

" Tenê ji sedî 14  namzed jin in "

 

Komîsyona Hilbijartinê da xuyakirin ku hejmara namzedan 1578 e, tenê ji sedî 14 namzed jin in û dema endametiya endamên nû yên Meclîsa Gel du sal û nîv e, lê îhtîmala dirêjkirinê jî heye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24