DEM Partî: Em qebûl nakin ku hesasiyetên Elewiyan weke amûra siyaseta berevajîkirinê bêne bikaranîn

Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê li ser nîqaşên nû yên notên hevdîtina Îmraliyê daxuyaniyeke tund belav kir; partiyê ragihand ku nîşandana civaka Elewî wekî dijberê aştî û çareseriyê, hewldaneke qirêj a berevajîkirina siyasî ye û Elewî hêmana bingehîn a aştiya mayinde ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), der barê hin îdîa û nîqaşên nû yên li ser notên hevdîtina damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rojên dawî de bi îdîaya notên hevdîtinê yên Ocalan gotina 'Tifaqa Yavûz Sûltan Selîm-Îdrîs-î Bîtlîsî' li ser medyaya civakî tê belavkirin û li ser vê yekê nîqaşên qirêj li ser Elewîtiyê tên meşandin. Partiyê bi bîr xist ku weke Heyeta Îmraliyê û partiyê berê jî ragihandibûn, nirxandineke Ocalan a bi vî rengî tune ye.

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan Elewiyan wekî hêmaneke bingehîn a civaka demokratîk û aştiyê dibîne, û hewldanên ji bo dûrxistina wan a ji vê pêvajoyê nayên qebûlkirin. DEM Partiyê tekez kir ku nayê qebûlkirin ku hişmendiya dîrokî û têkoşîna wekheviyê ya Elewiyan bibe amûreke siyasî, her wiha banga parastina mafê welatîbûna wekhev û azadiya baweriyê kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye