Stranbêjê Tirk Haluk Levent di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de, hat binçavkirin.
Levent bi sûcên "Binpêkirina Qanûna Komeleyan", "Paqijkirina mal û milkên ji sûc hatine bidestxistin" û "endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin.
Di qonaxa destpêkê ya lêpirsînê de 21 kes hatibûn binçavkirin.
Di pêla duyemîn a operasyonê de 17 kesên din jî hatin binçavkirin, bi vî awayî hejmara giştî ya kesên hatine binçavkirin gihîşt 38 kesan.
Pêvajoya dadwerî ya derbarê lêpirsînê de berdewam dike.
Komaleya Ahbap’ê bi diziya pereyên ku ji bo mexdurên erdheja 6’ê sibata 2023’yan li Mereşê hatibû komkirin, tê tawanbarkirin.