Cemîl Bayik: Ji bo pêvajo ber bi pêş ve biçe divê gavên siyasî û hiqûqî bên avetin

KCK’ê destnîşan kir Ku pêvajoya aştiyê di rewşa heyî de xeteriya xitimandinê Hilgirtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik têkildarî qonaxên dawî yên "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" daxuyaniyên girîng dan ajansa ANF'ê.

 Bayik destnîşan kir ku hewlên bêçekbûnê tenê bi rêyên ewlekariyê bi ser nakevin û divê ev gav bi sererastkirinên siyasî û hiqûqî yên li Meclîsê bên destekkirin.

Bayik rexne li qanûna nû ya derketî kir û diyar kir ku ev qanûn ji ber nêzîkatiyên burokratîk û li dervehiştina rêveberiya rêxistinê, dikare pêvajoyê pûç û tevlîhev bike.

Hevserokê KCK'ê bang li hêzên demokrasiyê, sosyalîst, rewşenbîr û gelê Kurd kir ku li benda dewletê nemînin, xwe bi rêxistin bikin û bi têkoşîneke her heyî ya demokratîk piştgiriyê bidin rola muzakereyê ya Abdullah Ocalan.

Her wiha li ser spekulasyonên derbarê hevdîtinên Îmraliyê de, Bayik ev rewş wekî provokasyoneke dijberên aştiyê bi nav kir û got ku ji bo rêgirtina li spekulasyonan divê derfet bê dayîn ku Ocalan rasterast bi rojnamevan û saziyên demokratîk re hevdîtinan bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye