Festîvala Fîlm Amedê wê ji aliyê Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve were rêxistin kirin.
Wê festîval di navbera 25-29'ê Îlonê de li Çand Amedê were lidarxistin.
Serlêdanên ji bo fîlm û projeyan dê heta 20'ê Tîrmehê berdewam bikin.
Endama Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Dîlan Toftîk têkildarî festîvalê axivî.
Dîlan Toftîk bang li sînemageran kir ku bi projeyên xwe beşdarî festîvalê bibin û got ku ew ê piştigiriyê bidin projeyên fîlman.
Festîvala Amedê yekemîn car di sala 2011'an de bi hevkariya Şaredariya Peyas a Amedê dest pê kiribû.